Li Stûttgartê Botan û Munzûr hatin bibîranîn

Li Stûttgartê şehîd Çekdar Botan û Lecwan Munzûr hatin bibîranîn.

Çalakvanên Jinên Ciwan ên Azad (JCA) û Tevgera Ciwanên Şoreşger(TCŞ), li bajarê Stûttgartê ya Elmanyayê Çekdar Botan (Rûhat Tabak) û Lecwan Munzûr (Adil Sunger) ku di 5’ê Hezîran a 2016’an de di êrîşekî hewayî ya balfirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Qendîlê de şehîd bûbûn, bi boneya 4’emîn salvegera şehadeta wan merasîmekê ya bibîranînê lidarxistin.

Merasîma bîranînê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo giyana şehîdan dest pê kir. Merasîm piştî axaftina destpêkê bi nîşandana sînevîzyonê dom kir.

Li ser navê JCA û TCŞ’ê axaftin hate kirin. Di axaftinan de rastiya şehîdan, erkên welatparêziyê, erk û rolê ciwanan û rewşa siyasî ya dawî hatin nirxandin.

Di şexsê Çekdar Botan û Lecwan Munzûr de soza têkoşînê ji hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê re hate dayîn.

Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.