BI DÎMEN

Li Stuttgart’ê li dijî tecrîdê bi sedan broşur hatin belavkirin

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, stand hate danîn û bi sedan broşur hatin belavkirin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ

Li qada Kobanê ya li navenda bajêr, stand hate danîn û bi sedan broşur hatin belavkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, hate destnîşankirin ku dibê destûr bê dayîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û peyama ‘divê Abdullah Ocalan were berdan ku bikare bi rola xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a li Tirkiyeyê, rabe’ hate dayîn.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.