Li Stûttgartê meşa 1'ê Îlonê û protestokirina qeyûman
Li Stûttgartê ya Elmanyayê 1'ê Îlonê , Roja Aştiya Cîhanê hate pîrozkirin. Her wiha darbeya qeyûm jî hate şermezarkirin.
Li Stûttgartê ya Elmanyayê 1'ê Îlonê , Roja Aştiya Cîhanê hate pîrozkirin. Her wiha darbeya qeyûm jî hate şermezarkirin.
B roj platforma hevgirtina HDP'ê û Dîe Lînke konekî hevpar danî. Têkilî dagirkeriya qeyûmên Amed, Wan û Mêrdînê konên agahdarkirinê hatin vekirin.
Piştre AHDK, AGİF, Alınteri, Arabische Vereinung, ATİK, Dersim İnşaa Kongresi, Komeleya Dersim Soykırım Karşıtı , FCK, COURAGE STUTTGART, HDK Stuttgart, İnitative für Völkerfreundschaft û gegen Abschiebungen, Maraş Girişimi, MLPD, Mücadele Birliği, Partizan, SL (Solidaritât International, SKB, SYKP, TJK-E, ve Ungweltgewerkschaft bernameya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xistin.
Di çalakiyê de pankartên weke, ''Em ji bo aştiya cihanê şer dikin'', ''Destê xwe ji Rojava vekişîne, Ji Kurdistanê re azadî, bila qedexeya li ser PKK'ê rabe,''Ji qeyûman re êdî bes e, îro Amed, Wan, Mêrdîn sibe dor a Stenbol, Izmîr û Enqerê'' hatin vekirin. Çlakî li Stûttgarg Staûfenberrgplatzê dest pê kir û li Schlossplatzê qediya.