Li Strasbûrg û Brûkselê çalakiyên ‘dem dema azadiyê ye’

Li Strasbûrg û Brûkselê 22’emîn salvegera 9’ê Cotmehê komploya navneteweyî bi çalakiyan hatin protestokirin.

Çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) hate kirin, jinan komploya navneteweyî şermezar kir û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Li ser navê TJK-E’yê Neslîhan kiliç daxuyanî da. Tekîner diyar kir ku 22 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmralî di bin tecrîdê de ye. Kiliç li dijî komployê got: “Hêrsa me mîna roja yekem zindî ye.”

Piştî daxuyaniyê û şûnde jin ber bi cihê çalakiya ‘Nobeda Ji Ocalan Re Azadî’ ku 8 sal in lê dom dike ketin meşê. Di dawiya çalakiyê de bang li hemû şoreşger, jinên demokratîk û dostan kirin ku li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.

BRÛKSEL

Jinan li Qada Lûxembûrg a Brûsksel ji bo dengê xwe bigihînin Parlementoya Ewropayê mîtîngek kirin. Di çalakiyê de posterek mezin ê Ocalan hate hildan. Li vir siyasetmedar Nûrsel Aydogan axivî û tecrîd protesto kir. Aydogan ji bo dawîbûna tecrîdê bang li welatên Ewropayê kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin.

Li ser navê PYD’!ê Medya Abdo û nûnera  Jinê ya Rojava Katîbe Alî jî axivîn.