Li Strasboûrgê roja 66’an: Şoreşgerên Tirkiyeyî piştgirî dan

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî politîkaya tecrîdê ya faşîzma AKP-MHP’ê ya li Strasboûrgê di orja 66’an de didome. Înîsyatîfa Demokrasî û Azadiyê ya Mannheîm û ATÎK’ê peyamên piştgiriya berxwedanê dan.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 14 çalakgeran a li Strasboûrgê di roja 66’an de bi biryardarî didome.

Di roja 66’an a çalakiyê de ji gelek bajarên Ewropayê bi dehan kes çûn serdana çalakgeran û peyamên piştgiriyê dan. Tevî ku rewşa tenduristiyê ya çalakgeran giran e jî demeke kurt  mêhvan pêşwazî kirin.

ATÎK: DIXWAZIN TECRÎDÊ LI SER HEMÛ GIRTIYAN PÊK BÎNIN

Endamên Înîsyatîfa Demokrasî û Azadiyê ya Mannheîm û Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATÎK) û gelek kesan serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin û peyamên piştgiriyê dan.

Nûnerê ATÎK’ê di serdanê de axivî û bal kişand li ser girîngiya berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Nûnerê ATÎK’ê diyar kir ku rejîma AKP’ê dixwaze tecrîda li ser Ocalan li ser hemû girityên şoreşger yên li girtîgehên Tirkiyeyê pêk bîne.

BERXWEDANÊ WATEYA TECRÎDÊ JI BO GELAN DERXIST HOLÊ

Ji çalakgeran Yuksel Koç jî axivî û got berxwedana grevên birçîbûnê wateya tecrîdê ya ji bo gelên Rojhilata Navîn baştir derxisitye holê. Yuksel Koç diyar kir ku daxwazên wan daxwazên hemû gelan, jin û pêkhateyên cûda ne.

Koç banga piştgirîdayîna berxwedanê li her qadê kir û got divê bêdengiya saziyên navnetewî were şikandin.

ENDAMÊN ÎNÎSYATÎFA DEMORAÎ Û AZADIYÊ YA MANNHEÎMÊ SERDANA ÇALAKGERAN KIR

Di nava rojê de endamên Înîsyatîfa Demokrasî û Azadiyê ya Mannheîmê serdana çalakgeran kir û li ser navê wan peyamek nivîskî hate gotin. Di peyamê de bal hate kişandin li ser berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê.

NAVÊ KESÊN BEŞDARÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÛNE

Navên çalakgerên greva birçîbûnê wiha ne; Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, Rojnameger Gulistan Çiya Îke, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya û Hevserokê KCDK’ê Yuksel Koç, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîrî, Mehmet Nîmet Sevîm, Mohamed Ghaderî, Denîz Surgut, Avyaz Ece, Kardo Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yapici.