Li Strasboûrgê roja 51'an: Rojeva gel berxwedan e
Kurd û dostên wan ên ji Avûstûryayê hatin serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û gotin, ''Rojeva me berxwedan e.”
Kurd û dostên wan ên ji Avûstûryayê hatin serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û gotin, ''Rojeva me berxwedan e.”
Li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bi mebesta rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 51'an de didome. Ji bo destekê bi hezaran kîlometre dûr Kurdistanî têne serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Welatparêzê Kurd ê bi navê Cemîl Gultekîn ji Avûstralyaye peyama destekê anî, Îzettîn Yildirim ê kardar ku ji Gîessen a Elmanyayê hatî, çavdariyên xwe yên li Kurdistanê par ve kirin.
'PLANÊN DEWLETA TIRK XIRA KIRIN'
Gultekîn got çalakiyê li nav Kurdistaniyên li Avûstralyayê bûye sedema kelecaniyê û diyar kir ku grevên birçîbûnê ji berxwedana zindanan a 1982'an ve li nav Kurdan bûye çandeke berxwedanê, wê demê planên dewleta Tirk ku dixwestin girtiyan dîl bigirin bi grevên birçîbûnê hatine pûçkirin.
'JINÊN KURD ÊN PÊŞENG..''
Gultekîn amaje bi dirûşma ''Berxwedan jiyan e'' kir, got grevên birçîbûnê, di şexsê Leyla Guven de bi pêşengiya jinên Kurd tê kirin û jinên Kurdan serbilindiya jinên cîhanê ne. Gultekîn amaje bi Arîn Mîrxan kir, ku 2014'an, di dema berxwedana Kobanê de çalakiya fedaî kiribû û got, ''Niha jî jinên Kurd pêşengiya vê çalakiyê dikin.''
'KURDÊN LI AVÛSTRALYAYÊ XWEDÎ LI ÇALAKIYÊ DERDIKEVIN'
Cemîl Gultekîn got Kurdên li Avûstralyayê jî bi çalakiyên xwe destekê didin greva birçîbûnê û got dilê KuRdên li dîasporayê bi berxwedêrên grevên birçîbûnê re ye.
'MIFTE BI OCALAN RE YE'
Izzetîn Yildirim ê kardar jî ku beriya bi demeke Kurd li Kurdistanê bû, sİlavên gelê Kurdistanê anî û got, çalakiyên grevên birçîbûnê li hemû cîhanê şêwazeke çalakiyê ya demokratîk e. Yildirim got tê zanîn ji bo çareseriya pirsên li Rojhilata Navîn mifte bi Ocalan re ye û ji bo vê jî çalakiyên li dijî tecrîdê girîng in.
Yildirim got mirovên ku ketine greva birçîbûnê mirin anîne ber çavan û ev nîşaneya biryardariyeke mezin e. Yildirim got ku ''Gelek mirovên xwedî wijdan dema ku li televizyonê dinêrin naxwazin xwarinê bixwin'' û diyar kir gel hurmeteke mezin dide berxwedanê.