Li Strasboûrgê Newroz hate pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatin gel hev, Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û gerîla hatin silavkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatin gel hev, Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û gerîla hatin silavkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Place Etîle ya bajarê Strasboûrg a Fransayê hatin gel hev, Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan hatî destpêkirin de merşa Çerxa Şoreşê hate xwendin.
Di pîrozbahiya ku bi dehan kesan bi hev re bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin de, Hunermend Zarîfe Zerrîn û Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Fayîk Yagizay axivîn.
Hunermend Zarîfe Zerrîn destnîşan kir ku Newroz ji bo Kurdan cejna serhildana li dijî bê mafiyê ye û bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê tên birêvebirin.
Zarîfe Zerrîn anî ziman ku wê têkoşîna gelê Kurd heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bike.
Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Fayîk Yagizay jî bal kişand li ser nameya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hatibû xwendin.
Yagizay diyar kir ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye lê belê dewleta Tirk li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd qetilkirina Kurdan bijart.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin. Ciwanan xwe li ser agir re avêtin û çanda bi hezaran sal anîn pîrozbahiya Newrozê. Pîrozbahî bi girtina govendê bi dawî bû.