Li Strasboûrgê li pêşiya KE û nûnertiya DYE protesto hate lidarxistin

Kurd li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hatin ba hev, dagirkeriya dewleta Tirk û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

Di salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Strasboûrgê çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin. Kurd li vê pêşiya Konseya Ewropayê hatin ba hev û heta Balyozxaneya DYE’yê meşiyan.

Di meşê de li ser navê TJK-E’yê Besîme Konca axivî û got ku “Em jin em ê vê komployê pûç bikin. Rêbertiya me ji ber ku jiyaneke azad û wekhevîparêz pêşkêşî gelan kiriye, a niha hatiye girtî ye. Em hemû kesan vedixwînin geşkirina vê kampanyayê.”

Konca bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û got ku “Îro êrîşî şoreşa Rojava tê kirin. Em ê tu carî vî tiştî qebûl nekin. Em ê dîsa wekî berxwedana Kobanê bi milyonan dakevin qadan. Em ê destûrê nedin dagirkeriya li Kurdistanê.”

Piştî axaftina girse bi sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Bijî YPG û YPJ’ ber bi balyozxaneya DYE’yê meşiyan.