Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Ev çalakî di roja 94’an de didome.
XEBATKARÊN ÇAPEMENIYÊ YÊN KURD DI ÇALAKIYÊ DE NE
14 çalakger li dijî tecrîdê çalakiya xwe didominîn û ji gelek bajar û welatên Ewropayê nûnerên saziyan û welatparêz tên serdana çalakgeran. Îro jî xebatkarên çapemeniyê yên Kurd hatin serdana çalakgeran.
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA DORVEGER Û ÇALAKIYA NOBETÊ JÎ DIDOME
Ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li qada pêşiya Konseya Ewropayê û CPT’ê çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re di hefteya 352’an de didome. Endamê komîteya amadekar a çalakiyê Zulfu Bîngol diyar kir ku vê hefteyê welatparêzên ji dora Strasboûrgê hatine, vê çalakiyê didomînin.
Di heman demê de ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger hatibû destpêkirin. Ev çalakî jî di hefteya 4’an de didome. 9 jinên endamên TJK-E’yê vê çalakiyê didomînin.