Li Stockholmê Tirkiye û Azerbaycan hatin protestokirin

Li paytexta Swêdê Stockholmê bi mitîng û meşekê Azerbaycan û Tirkiye hatin protestokirin.

Bi sedan Ermenên ku piranî ji ciwanan pêk dihat, li ber avahiya Parlementoyê hatin gel hev û ji bo Tirkiye û Azerbaycanê protesto bikin mitîngek lidarxistin.

Xwepêşandan li Qada Mynttorgetê hate lidarxistin, hate diyar kirin ku li ser gelê Ermen ê ku sala 1915’an hate qirkirin niha jî êrîşekek nû li ser wan heye û li pişt vê êrîşê jî dewleta Tirk heye.

Axaftvanan diyar kirin ku gelê Ermen dixwaze bi Azerbaycan û gelên din ên cîran re di nava aşitiyê de bijîn û bang li civaka navnetewî kirin ku ji bo rawestandina êrîşên Azerbaycanê û dewleta Tirk bikevin tevgerê û şer rawestînin.

Girseya ku piştî axaftinan dest bi meşê kirin, li ser hev dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Terorîst Azerbaycan”, “Qatil Erdogan, terorîst Erdogan” û “Qirkirinê rawestînin” berz kirin.