Li Stockholmê darvekirinên Îranê hatin protestokirin

9’ê Gulana 2010'î rejîma Îranê Şîrîn Elamhulî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî û Mehdî Eslamiyan bi darve kiribûn. Kurdistaniyan ev pêkûtiya dewleta Îranê li paytexta Swêd Stockholmê protesto kirin.

Rejîma Îranê, 4 şoreşgerên Kurd Şîrîn Elamhulî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî û aligirê monarşiyê Mehdî Eslamiyan darve kiribûn. Di 9’emîn salvegera darvekirina wan de li Stockholmê hatin bibîranîn.

Çalakî, danê nîvro bi banga PJAK’ê li Qada Norrmalmstorgê pêk hat.

Li ser navê PJAK'ê Amîr Babakirî û Ferah Bozcali ji bo bîranîna her 4 şoreşgeran daxuyanî xwendin. Di merasîmê de, ligel xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Bimre rejîma Îranê”, “Bila dawî li darvekirinan bê anîn”, “Kujer Îran, durû Ewropa” hatin berzkirin.

SADîE WEKÎLÎ: DIVÊ KURDISTANÎ JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BIKEVIN TEVGERÊ

Xwişka Ferhad Wekîlî, Sadîe Wekîlî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê gelê Kurd, şoreşgerên xwe yên ji azadiya Kurdistanê xwe feda dikin, ji xwe re bikin mînak û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku ji bo şakandina tecrîdê têkoşînê bilindtir bike.