Li Stockholmê dagirkerî hate protestokirin

Li Stockholmê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava hate protesto kirin.

Komek ciwanên ji Rojava li Balefirgeha Arlandayê pankarta ‘Tirkiye=DAÎŞ’ hildan û derbarê dagirkeriya dewleta rêwîyên li balefirgehê agahdar kirin.

Kurdistanî û dostê wan ji 9’ê Cotmehê û vir ve li Qada Sergestorgê çalakiyan li dar dixin. Parlementerê partiya çep Tony Haddoû diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkeriya Rojava re qanûnên navneteweyî bin pê kiriye.

Di çalakiyê alayên YPG, YPJ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.