Li Stockholmê çalakiya ji bo Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê
Li Stockholmê, tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin û piştgirî ji Leyla Guven re hate dayin.
Li Stockholmê, tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin û piştgirî ji Leyla Guven re hate dayin.
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo piştgiriyê bidin Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê, çalakiyek pêk anîn.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ridvan Altûn diyar kir, tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye ji ber ku Ocalan temsîla îradeya bi milyonan Kurdî dike. Altûn got, ew destekê didin Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê.
Altûn bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava û bang li gelê Kurd û dostan kir ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Azadî ji Ocalan re", "Bijî berxwedana Leyla", "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.