Li Stockholmê bîranîna şehîdan

Li paytexta Swêd Stockholmê, 6 endamên çapemeniya PJAK'ê û Fermandarê HPG'ê yê Herêma Mêrdînê Hewram Awyer û sê hevrêyên wî hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ya li Stockholmê bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.

Endamên çapemeniya PJAK'ê Armanc Merîwan (Cemal Resûlî), Wedat Amed (Mihemed Güren), Raman Cawîd (Rehîm Bûrna), Hêriş Mihabad (Diyako Bextiyarî), Argeş Bawer (Kardo Alîyalî) û Firat Çelê (Behcet Tekinalp) ku 1'ê Gulana 2008'an û Fermandarê HPG'ê Hewram Awyer (Hesen Mehmûdî) û Rêber Kurdıstan (Eyûb Çam), Egîd Timoqî (Qehreman Sunar) û Rustem Fîraz (Îsmet Bılgîç) ên 29-30'ê Adarê li Mêrdînê şehîd bûn, hatin bîranîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate nîşandan.

Siyasetmedar Senanîk Onen piştre axivî û bal kişand ser girîngî û wateya meha Gulanê ku di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de weke meha Şehîdan tê pênasekirin.

Senanîk Onen diyar kir ku her şehîdek destan û efsaneyek bû û destnîşan kir ku tenê bi xwedîderketina li doz û rêya wan dikarin bibin bersiv.

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.