Li Stockholmê bi çalakiyekê turîzma Tirk baykot kirin

Kurd û dostên wan ên li paytexta Swêd Stockholmê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdan çalakiyeke ya boykotkirina turîzma Tirk kirin.

Di çalakiya li pêşiya du kargehên turûzmê yên ku ji ser rêya Sveavgen a ji bo Tirkiyeyê seferên Charter pêk tîne hate kirin de, pankartên bi nivîsên ‘Tirkiyeyê boykot bikin’ û ‘Dewleta Tirk a terorê sivîlan bombe dike’ hatin vekirin.

Çalakvan serdana ciwan û buroyên turûzmê ziyaret kirin û binpêkirinên mafê mirovan ên Tirkiye li Kurdistan êdike û dîsa sûcên şer ên dewleta Tirk a li ser Rojava hem bi gotinî û hem jî bi nivîskî ragihandin.

Ji Komîteya Rojava Andreas Klomînek ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li pêşiya kargehên ku bilêdan difiroşin ku welatî biçin Tirkiyeyê çalakî dikin.

Klomînek got: “Heta dagirkeriya Tirk a li ser Rojava bi dawî nebe wê çalakiyên xwe bidomîne.”