Li Stockholmê Êlek Zeran çalakî li dar xist

Li Swedê koma bi navê “Îsyana Benzînê” ya ji aliyê koma Facebookê ve hatî avakirin, li Stockholmê çalakiyek lidarxist.

Li Swedê komekî bi navê “Îsyana Benzînê” ya ku ji aliyê koma Facebookê ve hatî avakirin ku ji Êlêk Zerên li Fransayê bandor bûbûn, şevê din li paytext Stockholmê çalakiyek lidarxist.

Komeke nêzî 400 kes ku beşek ji wan êlekên zer li ber xwe kiribûn li Qada Sergelstorgê kombûn û ber bi avahiya parlamentoyê ve meşiyan.

Çalakgeran bê navber dirûşmeyên “baca benzînê kêm bikin”, “desthilatdariya gel” û “êdî bes e” berz kirin. Li pêşiya parlamentoyê 5 parlamenterên endamê Partiya Moderat (Mûhafazakar) çalakger pêşwazî kirin.

Çalakgeran 150 hezar îmzeyên ku ji bo xistina baca benzînê komkiribûn radestî parlamenterên Partiya Moderat kirin û nerazîbûn nîşanî partiyên din ên siyasî dan.

Rêxistina bi navê “Îsyana Benzînê” daxwaz dikin ku lîtreya benzînê ji 17 krona dakeve 17 krona.