Li St. Gallenê ji bo hevgirtina Rojava çalakî hate lidarxistin

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê çalakiya hevgirtinê ya bi Rojava re hate lidarxistin.

Bi tevlêbûna Kurd û tevgerên sosyalîst şevek hate lidarxistin. Heyeta ku ji Rojava hatibû, agahdarî kir.

Di axaftinan de qala rola jin û ciwanan a di şoreşa Rojava de hate kirin û hate diyarkirin ku alîkariya maddî ya hatiye berhevkirin wê bişînin ji nexweşxaneyeke li Rojava.

Nêzî 200 kes tevlî çalakiyê bûn, standa pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.