Li Spanyayê lehî rabû: Herî kêm 51 kes mirin

Li Spanyayê ji ber barana zêde lehî rabû. Li herêma Valencia ya li rojhilatê Spanyayê gelek cesed hatin dîtin.

Serokê hikumeta herêmî ya Valenciayê Carlos Mazon daxuyaniyek da û diyar kir ku servîsên lezgîn li deverên ku lehî lê rabû gelek cesed dîtin.

Carlos Mazon got, "Em piştrast dikin ku hin cesed hatine dîtin" û diyar kir ku heta rayedar agahiyê bidin malbatan wê nikaribin hîn zêdetir agahiyan bidin.

Li eyaleta Albaceteyê jî (Herêma Castilla-La Mancha) gelek kes mirin. Rayedarên vê eyaletê diyar kirin ku kolan di nava avê de man, wesayit li ber avê ketin û av li avahiyan qewimî.

Servîsên lezgîn li ser X'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nûnerê Castilla-La Mancha yê li nava hikumeta navendî Milagros Tolon ji televîzyona TVE re axivî û diyar kir ku bi piştgiriya wesayitên hewayî yên bêmirov servîsên lezgîn li Leturê bi şev li windahiyan geriyan. Talon got, "Karê me yê destpêkê dîtina mirovên winda ne."

Serokwezîrê Sosyalîst Pedro Sanchez li ser X'ê daxuyanî da û fikarên xwe yên ji ber rewşê anî ziman. Her wiha bang li gel jî kir ku bi ya rayedaran bike. Serokwezîr got, "Gelekî baldar bin û belasebep negerin."

Meclîsa Şaredariya Valenciayê ragihand ku dibistan û bexçeyên cemaweriye wê roja Çarşemê girtî bin û hemû aktîvîteyên sporê bêne betalkirin.

Li gorî kargeha balafirgehan a Spanyayê Aena, 12 seferên balafiran ên diviyabû li balafirgeha Valenciayê bihatina danîn, ji ber baran û ba li bajarên din ên Spanyayê hatin danîn.