Li siyasetmedar Salîh K. 3 sal ceza hate birîn

Li siyasetmedarê Kurd Salîh K. ê li Stûttgartê dihate darizandin 3 sal ceza hate birîn.

Rûniştina biryardanê ya doza li dijî Salîh K. li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê hate vekirin pêk hat. Di rûniştinê de ku li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stûttgartê pêk hat Salîh K. amade bû. Bi navê parêzera wî Anna Bûsl Astrîd Boxberg tevlî rûniştinê bû. Dozgeriyê di rûniştina 8'ê Çileyê de xwestibû, ku Salîh K. ê 63 salî ku bi madeya 129b a Qanûna Ceza ya Elman tê darizandin bi 3 sal û 6 mehan bê cezakirin. Dadgehê jî daxwaza dozgeriyê di cih de dît û bi hinceta "delîlên xurt" der barê Salîh K. de hene 3 sal cezayê girtîgehê lê birî. Serokê dadgehê ragihand ku di nava hefteyekê de bi rengekî nivîskî îtiraz li biryarê dikare bi kirin.

Siyasetmedarê Kurd Salîh K. ku ji ber şert û mercên siyasî yên li Tirkiyeyê jê re nema neçar ma li Elmanyayê serlêdana penaberiyê bike, zewiciye û bavê 3 zarokan e. Her wiha pirsgirêkên xwe yên cidî yên tenduristiyê hene. Salîh K. ku nexweşiya dil pê re heye, beriya bê girtin ji çoka xwe tedawî dibû, lê belê piştî ku hate girtin emeliyata wî jî hate taloqkirin.

Salîh K. ji 21'ê Hezîrana 2018'an ve girtî ye. Salîh K. bi îdîaya di navbera Tîrmeha 2016'an û Hezîrana 2018'an de karê berpirsyariya herêma Freîbûrgê yê PKK'ê kiriye tê sûcdarkirin.