Li Saratovê ‘Komploya 15’ê Sibatê’ hate protestokirin

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Saratov ê Rûsyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li navçeya Erşov a bajarê Saratovê yê Federasyona Rûsyayê dijîn bi çalakiyekê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Erşovê li hev civiyan, wêneyên Ocalan, alayên PKK û KCK’ê hildan.

‘LI DORA RÊBERTÎ EM BIBIN XELEK’

Di çalakiyê de Endamê Meclîsa Gel a Erşovê Ramazan Yûsûbov axivî û got; “Divê gelê me li dora Rêbertî bibe xelek û ji bo ku komplo negihije armanca xwe, divê têkoşînê geştir bikin. Hêzên navneteweyî bi komploya ku pêkanîn re dixwazin komployê hê kurtir bidomînin. Îro biryara DYE ya li dijî sê pêşengên Kurd jî vêya nîşan dide. Li ser navê Kurdên li Rûsyayê em çalakgerên greva birçîbûnê yên li Bakurê Kurdistan û Ewropayê silav dikin û piştgiriya wan dikin.”