Li Saarbruckenê Newroz bi meşa meşaleyî hat pîrozkirin
Kurdistaniyên ku li Saarbruckenê dijîn, daketin qadan û Newrozê bi girseyî pîroz kirin.
Kurdistaniyên ku li Saarbruckenê dijîn, daketin qadan û Newrozê bi girseyî pîroz kirin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê Newroz bi tevlîbûnekî zêde hate pîrozkirin. Girseya ku li Landwehrplatzê li hev civiyan, bi meşaleyan heta Burgerparkê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Jin û zarokên ku bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî meşê bûn, reng dan meşê.
Li Burgerparkê agirê Newrozê hate pêxistin û girse li dora agirê govend gerand. Di çalakiya ku tevlîbûneke zêde hat kirin de îşaret bi ruhê berxwedan, azadî û piştevaniyê ya Newrozê hate kirin.