Li Saarbruckenê meşa li dijî qedexeya PKK’ê: Qedexe li gelê Kurd dixe

Di meşa li Saarbruckenê de hat gotin ku qedexeya ku her roja diçe bê wate dibe, hatiye asta cezakirina Kurdan û hat gotin, “Divê dewleta Elmanya dawî li vê qedexeya bê wate bîne û dest ji siyaseta krîmînalîzasyona Kurdan berde.”

Di salvegera 28’mîn a qedexekirina PKK’ê ya li Elmanyayê de li bajarê Saarbruckenê meşek hat lidarxistin.

Ligel Kurdan, gelek saziyên Elmanî û dostên Kurdan tevlê meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Saarlandê hatibû organîzekirin bûn.

Di tevahiya meşê de Kurdistanî û dostên wê di çaçoveya rakirina qedexeya li ser PKK’ê gelek pankart û dovîz hilgirtin û dirûşmeyên di çarçoveya rakirina qedexeya li ser PKK’ê û ragirtina alîkariya ji bo Tirkiyê tê dayîn de hatin berzkirin.

Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin. Li wir têkildarê qedexeya li ser PKK’ê belavok hat xwendin.

Nûnerê pêkhateya Saarbrucken diyarkir ku ji qedexekirina PKK’ê ya di sala 1993’an de heya niha li Elmanya hewl hatiye dayîn ku Kurd krîmînal bên nîşandan û got, “Ligel vê qedexeyê derbarê gelek Kurdan doz hatin vekirin û hê jî didome. Ev qedexe her roja ku diçe bê wate bû, êdî hatiye asta cezakirina Kurdan. Divê dewleta Elman dawî li vê qedexeya bê wate bîne û dest ji siyaseta krîmînalîzasyona Kurdan berde.”

Nûnerê pêkhateya Saarbruckenê di dewama axaftina xwe de bal kişande ser polîtîkayên şer ên Erdogan yên li dijî Kurdan û got, “Li dijî şerê ku Erdogan dike em aliyê Kurdan in. Dewleta Elman û Yekîtiya Ewropa jî di vî şerî de ne li rex Erdogan pêwîste li rex gelê Kurd ê mezlûm cihê xwe bigirin.”

Di axaftina li ser navê Lînksjûgend hat kirin de hat destnîşan kirin ku tu xêreke wê qedexeya 28 salî nebûye.

Piştre nûnerek din ê pêkhateyên amade jî axivî û diayrkir sala 1993’an bi qedexekirina PKK’ê ya li Elmanya, gelek deweltên Ewropa jî Elmanya ji xwe re mînak girtin û wana jî PKK qedexe kirin.

Heman nûnerî îşaret bi berxwedaniya Kurdan ya li hemberî DAÎŞ’ê ku di encamê de gelek berdêl hatin dayîn kir û got, “Di encama van berdêlên giran de Xweseriya Demokratîk a Rojava hat avakirin. Em wek pêkhateya Lînksjûgend di vê baweriyê de ne ku diwê teqez Rojava were parastin. Ji ber vê yekê dixwazin tekez bikin ku pêwîste em piştewaniya xwe ya bi Rojava re bihêztir bikin.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî piştewaniya şoreşgerî”, “Ji qedexeya PKK’ê re na” û “PKK gel e, gel li wir e” bi dawî bû.