Li Saarbrûckenê Kurd daketin qadan

Kurdistaniyên li Saarbrûckenê ji bo Hevseoka KCD’ê Leyla Guven a ev 72 roj in di revê de ye û rewşa wê xeter e, daketin qadan.

Ji bo balê bikişînin ser rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlemneter HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvan ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 72 rojin di reva bêdawî û bêdorveger de ye, Kurdistanî daketin qadan.

Kurdistaniyên li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê daketin qadan, destnîşan kirin ku Guven li ber sînorê mirinê ye û banga bi lezgîn bikevin tevgerê kirin.

Kurdistaniyên li pêşiya Eûropa Galerî kom bûn, dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ qîr kirin.