Li Saarbrûckenê êrîşên dagirker hatin şermezarkirin

Li Elmanya Saarbrûckenê Kurdan û dostên wan deweta Tirk şermezar kirin.

Li Saarbrûcken a Elmanyayê Kurdistaniyan û dostên wan êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Mîtîng a li Tblîsser Platzê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinan de hate gotin komkujiya ku DAÎŞ'ê temam nekirî Erdogan didomîne.

Di axaftinan de bi berdewamî ahte gotin bi berxwedaniya gelê Kurd Erdogan jî wê bi ser bikeve û bang li hemû Kurdan û dostên wan hate kirin ku çalakiyan bikin.

Di çalakiyê de derheqe êrîşkariya dagirkeriya qirker a Tirk belavok hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşmeyan qediya.