Li Saarbruckenê bîranîna şehîdan
Bahoz Amed û Serbest Heleb ên li Rojava şehîd bûn, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Bahoz Amed û Serbest Heleb ên li Rojava şehîd bûn, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Serbest Heleb (Rafet Elî Navê) yê ku 11'ê Mijdara 2023'an li Helebê şehîd bû û Bahoz Amed (Ehmed Elî Navê) yê ku 12'ê Mijdarê li Eyn Îsayê şehîd bû, li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi çalakiyekê hatin bîranîn.
Di çalakiyê de ku ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi navê malbatê axaftin hate kirin. Kesên ji malbatê diyar kirin ku ew ê xwedî li xeta şehîdan derkevin û gotin, "Bila serê gelê Kurdistanê sax be".
Nûnerên KOMAW û PYD'ê jî diyar kirin ku li dijî dagirkeran divê gelê Kurd xwedî li têkoşîn û nasnameya xwe derkeve û ji bo meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.
Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.