Li Rûsyayê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên ku li herêmên cuda yên Rûsyayê dijîn, 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyên cuda pîroz kirin.

Kurdistaniyên li gelek herêmên Rûsyayê hatin gel hev û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Pîrozbahiya li herêma Saratovê li taxa Yerşovê pêk hat. Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê Otonomiya Kurd a Yerşov Mîrza Alî Yusubov axaftinek kir.

Yusubov, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng bi damezrandina PKK'ê re hebûna gelê Kurd ji nû ve vejandine û bi rêxistinkirina gelê Kurd re têkoşîna azadiyê dane destpêkirin.

Yusubov, anî ziman ku weke Kurdên li Rûsyayê dijîn, ew ê her tim li cem Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bin û destnîşan kir ku ev têkoşîn bi saya PKK'ê heye.

Di pîrozbahiyê de hunermendên herêmî Ahmed Yusubov û Barî Yusubov derketin ser dikê.