Li Rûsyayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Kurdistaniyan li gelek herêmên Rûsyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajar, navçe û gundên herêmên Moskova, Krasnodar, Adîgey, Stavrapol, Tambov û Saratov ên Rûsyayê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Gel, şitil çandin, çalakiyên werzişî û konser li dar xistin.

ADİGEY

Kurdistaniyên li Komara Adigeyê ya li herêma Krasnodar a Rûsyayê dijîn, li Mala Kurda ya gundê Beloye hatin ba hev û 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Gel piştî çandina şitilan derbasî hundir bûn û bi stran û muzîkê paste birîn. Endamê KNK’ê yê Rûsyayê Feyzo Abdulayev, Hevseroka Rêxistina Zagrosê Sînem Mehmed û Endama Rêveberiya Rêxistina Zagrosê Xatûna Hesen di pîrozbahiyê de axivîn.

Şuşana Siyabend helbesta xwe ya li ser Abdullah Ocalan xwend. Piştre zarokan li ber stranên Barî Yusubov paste birîn.

TAMBOV

Kurdistaniyên ku li bajarê Mîçûrînsk a herêma Tambovê hatin ba hev, 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Endama TJKN’ê Fatma Arîn û Seroka Meclîsa Jinê ya Mîçûrînskê Senema Eysa di pîrozbahiyê de axivîn û peyama, “Ji Abdullah Ocalan re azadî” dan. Zarokan li ber stran û mûzîkê paste birîn.

SARATOV

Kurdistaniyên li navçeyên Yerşov û Krasniî Kût ên herêma Saratovê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Hevserokê Otonomiya Kurd a Yerşovê Mîrzalî Yusubov û endamên Meclîsa Kurd Şêx Adî û Sultane Bakî di pîrozbahiyê de axivîn.

Serokê Otonomiya Kurd a Krasnokûtê Ramazan Bûdakov jî axivî û got: “4’ê Nîsanê roja ji nû ve jidayikbûna Kurdan e.”

Piştî axaftinan gel, bi ber stran û muzîkan paste birî.

STAVROPOL

Li Stavropolê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Kurdistaniyên ku li navçeya Novoaleksandrovksê diîn jî şitil çandin. Hevserokê Otonomiya Kurd a Herêma Stavropolê Huseyîn Ahmedov diyar kir ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna hemû gelê Kurd e.”