Li Rûsyayê di salvegera PKK’ê de piştgiriya Rojava hate kirin
Salvegera damezirandina PKK’ê bi şahiyekê li bajarê Saratov a Rûsyayê hate pîrozkirin. Di şahiyê de dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin û peymên piştevaniya bi Rojava re hatin dayîn.
Salvegera damezirandina PKK’ê bi şahiyekê li bajarê Saratov a Rûsyayê hate pîrozkirin. Di şahiyê de dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin û peymên piştevaniya bi Rojava re hatin dayîn.
Kurdên li navçeya Erşov a girêdayî Saratov a Federasyona Rûsyayê di salvegera 42’an a avakirina PKK’ê de hatin ba hev û bi şahiyekê pîroz kirin.
Şahiya ji aliye Otonomiya Çanda Kurd a Eşrovê ve hate organîzekirin li salon Mala Gel Erşovê konserek hate dayîn.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û têkildarî wateya rojê li ser navê Meclîsa Gel a Erşovê Mîrzaelî Yûsûbov axivî û got: “PKK navê Kurdan a ji nû ve derxistiye ser dika dîrokê ye.”
Yûsûbov bi domdarî got: “Gelê Kurd bi saya PKK’ê mezin bû û xwedî li rûmeta xwe derket. Îro bi milyonan kes li qadan bi ruhê berxwedanê yê PKK’ê derxistî xwedî li rûmeta xwe derdikeve. Dijminê ku xwe li vê ranagire, bi qetlîaman dixwazin vîna Kurdan bişkînin.
Piştî axaftinan û şûnde Hozan Coet, denbgêj Kote, Kamûran Gasanov, Barî Alîev, Ahmed Gasanov û Diyar derketin ser dik.