Li Rûsyayê dewleta Tirk û PDK hatin protestokirin
Kurdên li Novoaleksdanrovskiyê ya herêma Stavrapolê ya Rûsyayê dijîn li dijî geşedana PDK'ê ku hêzên xwe şandin ser Zînî Wertê daxuyanî dan û bang li PDK'ê kirin ku hêzên xwe paş ve bikişîne.
Kurdên li Novoaleksdanrovskiyê ya herêma Stavrapolê ya Rûsyayê dijîn li dijî geşedana PDK'ê ku hêzên xwe şandin ser Zînî Wertê daxuyanî dan û bang li PDK'ê kirin ku hêzên xwe paş ve bikişîne.
Nûnerên Otonomiyan Çandî Netewî ya Kurd a navçeya Novoaleksandrovskiyê êrîşên li ser herêma Qendîlê şermezar kirin.
Kurdên li navçeya navborî diyar kirin bi destê PDK'ê hêza ku şandine ser Zînî Wertêyê xizmetê ji gelê Kurd re nake, bêhtir xizmetê ji dewleta Tirk û dijminên Kurdan re dike û li dijî ve hate xwestin ku gelê herêmê helwesta xwe nîşan bide.
Otonomiyê her wiha diyar kir ew vê polîtîkayê şermezar dikin, diyar kir ku Kurdan berê gelek caran şerê birakujiyê dîtine û divê ji vê ders were stendin.
Kurdên Novoaleksandrovskiyê yên ku tevlî daxuyaniyên bûn ji PDK'ê xwestin ku demildest hêzên xwe vekişînin.
Her wiha ji PDK'ê hate xwestin ku ambargoya li ser Mexmûrê jî were rakirin.