Li Rûsya û Fransayê şehîd hatin bibîranîn

Kurdên li Fransa û Rûsyayê şehîdên 14'ê Tîrmehê û Diyar Xerîb bi bîr anîn, êrîşên dagirker şermezar kirin.

Kurdên li navçeya Mîçûrînskê ya Tambovê ya Federasyona Rûsyayê, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê de, yên bi hevkariya PDK'ê şermezar kirin.

Li ser navê çalakgeran ku li ber Komeleya Çanda Kurd a Mîçûrînskê kom bûbûn, Hevserokê Meclîsa Gel a Mîçûrînskê Nebî Evdilselam axivî û got wê tola Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb û du hevrêyên wî werin standin.

PARÎS

Li banliyoyea Les Mureaux a Parîsê Diyar Xerîb (Helmet) û di şexsê Sezgîn Demîr (Çiya Rojhat) de, ku li gel sê hevalê xwe 12'ê Tîrmehê li Tendûrekê şehîd bûbûn, şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn.

Bername li Komeleya Civaka Demokratîk a Les Mureaxê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û giringiya 14'ê Tîrmehê hate destnîşankirin.

Piştî axaftinan ji 14'ê Tîrmehê, şehîd Diyar Xerîb û Çiya Rojhat sînevizyonek hate nîşandan.