Li Romayê bi sedan kesî Newroz pîroz kir

Li paytexta Îtalya Romayê, bi sedan kesî li Navenda Çanda Kurd a Araratê Newroz pîroz kir.

Li Navenda Çanda Kurd a Araratê ya li Romayê, bi beşdariya Kurdistanî û Îtalyayiyan Newroz hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl axivîn.

Di destpêka pîrozbahiyê de nûnerê Navenda Çanda Kurd a Araratê axivî. Piştre Serokê Şaredariya VIII Garbatella ya Romayê û Berdevkê Tevgera Azadiyan a Romayê Amadeo Cîaccherî, ji Konfederasyona Karkeran a COBAS'ê Vîncenzo Mîlûccî, bi navê Rete Kurdistan Osvaldo Gûîrano, bi navê Komuna Kurd a Romayê Fatma Çelîk Can peyam dan.

Qisekeran doza li dijî HDP'ê şermezar kirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin.

Pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agirê Newrozê dewam kir û bi gerandina govenê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.