Li Roma û Parîsê tecrîd hate protestokirin

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye û li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

Li Romayê Kurd û dostên wan ên Îtalyan li pêşiya Konsolosxaneya DYE’yê ya li Romayê hatin ba hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê li hemberî mirovayetiyê sûc e.

Piştî daxuyaniyê heyeta çalakgeran derbarê tecrîda li ser Ocalan û gefên dagirkirinê yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava dosyeyek radestî Konsolosxaneya DYE’yê ya li Romayê kirin.

PARÎS

Li Parîsê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zînê û Înîsîyatîfa Jinan a Vîllîers le Belê bi slogana ‘Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd were şikandin’ çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgeran kart û name ji Leyla Guven re şandin û diyar kirin ku piştî demeke kurt ew ê biçin serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê greva birçîbûnê didomînin.