Li Rêxistina Efûyê ya Swîsreyê çalakiyek hate kirin

Dayik û ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser armancên grevên birçîbûnê li şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Swîsreyê dest bi çalakiyekê kirin.

Dayik û ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatî destpêkirin û li gelek navendan didome, li şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya navenda wê li Bernê ye çalakiyeke ya bê îtihatiya sivîl lidar xistin.

Çalakiya ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bikeve tevgerê hate kirin, komek bi rêveberan reciviyan, li aliyê din komekê jî li şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çalakiya rûniştinê kirin.

Çalakvana bi dirûşim û pankartên vekirin bal kişandin ser grevên birçîbûnê, daxwaz kirin ku Rêxistina Efûyê bikeve tevgerê.