Li Rennesê komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî daketin kolanan û Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin.
Li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî daketin kolanan û Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennes ê Fransayê dijîn li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Bi pêşengiya Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd û Komelea Jinan a Zîn li Qada Place Colombîer bi dehan kes li hev kombûn û bi dirûşmeyan ber bi Qada Repûblîqe ve meşiyan.
Kurdistanî bi şîara “Em tecrîdê bişkînin Rêbertiya xwe azad bikin” li hev civiyan û dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” berz kirin. Girseyê li Qada Repûbliqe daxuyanî da û çalakî bidawî kirin.