Li Reimsê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Li bajarê Reims ê Fransayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin protestokirin.
Li bajarê Reims ê Fransayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin protestokirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Reims’ê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi meşekê hatin şermezarkirin. Meş li stasyona trenê ya navenda Reims’ê destpê kir û li navenda bajêr bi dawî bû.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG", "Bijî berxwedana YPJ" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.
Li navenda bajêr piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniyek hate dayîn. Di axaftina ku ji aliyê Mehmet Tolhildan ve hatî kirin de, bang li her kesê hate kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin.