Li pêşiya Rheînmetall a Bernê ji bo Rojava çalakiyek hate kirin

Li pêşiya şaxa kargeha Rehînmetall a li bajarê Bern a Swîsre ya çekan a Elman a ku çek û amûrên leşkerî difiroşe dewleta Tirk a dagirker çalakiyek a protestoyî hate kirin.

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst li pêşiya büroya Rehînmetall a Bern a amûr û çekan difiroşe Tirkiyeyê saet 13:00’an çalakiyek kirin.

Ciwanan di çalakiyê de alên YPG/YPJ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda.

Ciwanan daxwaz kir ku peymanên firotina hemû çekan a li gel Tirkiyeyê betal bikin, wêneyên zarok û kesên sivîl ên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava û sûcên şer nîşan dan.

Çalakiya bi qasî nîv saetê dom kir dirûşmên bi zimanê Elmanî û Kurdî hatin qîrkirin.