Li pêşiya NY çalakiya xwedîlêderketina Şengalê

Li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya xwedîlêderketina Şengalê hate lidarxistin.

Bi banga CDK-S’yê li qada Chantepoûlet gel kom bû û meşek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Em ê destûrê nedin ku li Şengalê qetlîameke din were kirin’ hate vekirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Gel bi daxwaza bila statuya Şengalê were naskirin û li dijî peymana li ser Şengalê ber bi ofîsa Neteweya Yekbûyî dest bi meşê kirin.

Piştî meşa di nav bajêr de gel li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê mîtîngek li dar xist.

Hevseroka CDK-Lozan Nezahat Erguneş û Hevserokê CDK-Cenevreyê Salîh Saglam di çalakiyê de axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku barbartiya li ser Şengalê ya ku berê bi destê DAÎŞ’ê dihat kirin îro ji aliyê dewleta Tirk û faşîzma Erdogan tê domandin. Di axaftinan de hate gotin ku “Em vê peymana qirêj a li ser Şengalê qebûl nakin.”