Li pêşiya Komîsyona Ewropayê tecrîd hate protestokirin

Bi çalakiyekê ya li pêşiya Komîsyona Ewropa ya li paytexta Belçîka Brûkselê hate kirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Nûnertıya PYD a Belçîka, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-BEL) û Tevgera Jinan (YJKB) ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran û grevên birçîbûnê li Qada Schûman a li pêşiya Komîsyona Ewropayê çalakiyek kirin.

Çalakiya saet 14:00’an destpê kir, alên PYD, YPG, YPG û posterên Ocalan hatin hildan.

Çalakvanan nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropî ya li dijî tecrîdê da, her wiha dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrîn jî protestokirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin, hate gotin ku balafirên şer ên Tirk sûcên şer û li dijî mirovahiyê jî sûc dike. Dîsa NATO hevkariyê dike.

Di dawiya çalakiyê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û dijî dagirkeriyê hatin qîrkirin.