Li peravên Yewnanistanê 3 koçber mirin
Li peravên Girava Mîkonosê ya Yewnanistanê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Di encamê de cenazeyên 3 koçberan hatin dîtin.
Li peravên Girava Mîkonosê ya Yewnanistanê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Di encamê de cenazeyên 3 koçberan hatin dîtin.
Li gorî daxuyaniya ewlekariya peravî ya Yewnan, sibeha Înê ji ber noqbûna keştiyekê cenazeyên 3 koçberan hatin dîtin. Hate ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dane 2 jin û mêreke, lê belê nehate gotin bê ji kîjan welatî ne.
Li gorî gotinên du kesên sax man, di keştiyê de sê kesên din hebûn. Ji bo dîtin û rizgarkirina wan her sê kesan karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Bi mehan e ku koçber hewl didin ji peravên Tirkiyeyê derbasî Îtalyayê bibin. Ji bo vê jî di ser giravên Kîklad re rêyeke nû peyda kirine.
Li gorî rêxistinên civakî yên sivîl, bi vê rêya nû re koçber dixwazin xwe ji giravên bakurê Egeyê vegirin. Yewnanistan têne sûcdarkirin ku li wan giravan bi rengekî komî koçberan dersînor dike.
Hikumeta Yewnanistanê sûcdariyan red bike jî şahid qala kiryarên li dijî mirovahiyê dikin.
Li gorî pîvanên Ewropayê koçber li welatê destpêkê yê xwe gihandiye divê daxwaza penaberiyê bikin.
New York Timesê Îna derbasbûyî dîmenek weşandibû ku tê de xuya dikir, ku ewlekariya peravî ya Yewnan komek ji koçberan ku pitikek jî di nav de bû ji girava Mîdîllî bi keştiyê datanîn ser boteke nepixandî û ew terikand.