Li PE'yê pêşnûmeya li dijî bazirganiya koleya û nijadperestiyê

Parlamenta Ewropayê, bi dirûşma "Jiyana reşikan girîng e" ya li DYE'yê li dijî nijadperestiyê belav bû, pêşnûmeyek qebûl kir.

Di 25'ê Gulanê de piştî kuştina George Floyd ê reşik, xwepêşandanên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dest pê kirin, li tevahiya cîhanê belav bûn. Li gelek welatan, peykerên kesên ku di navbera sedsalên 16 û 19'an de bi bazirganiya koleyan dihatin naskirin, ji neçarî hatin rakirin.

Li Parlamenta Ewropayê (PE) di dengdanekê de piştgirî ji tevgera bi navê "Jiyana reşikan girîng e" hate dayin û hate destnîşankirin ku wê li ber nijadperestiyê rabin.

BAZIRGANIYA KOLEYAN WEKE SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATE QEBÛLKIRIN

Di dengdanê de 493 parlamenteran dengê "erê" û 104 parlamenteran jî dengê "na" dan. 67 parlamenter jî bêalî man.

Di pêşnûme biryarê de bazirganiya koleyan weke 'sûcê li dijî mirovahiyê' hate qebûlkirin û piştgirî ji xwepêşandanên dijî nijadperestiyê re hate dayin. Her wiha tundiya polîsan a li rojnamevanan û xwepêşandanên aştiyane yên li DYE'yê hate şermezarkirin. Di pêşnûmeyê d ehate gotin, "Bikaranîna hêza zêde ya li dijî girseyan, li dijî pîvana 'hevhêzê' ye."

'NIJADPERESTÎ Û DIJMINATIYA LI BIYANIYAN NABE AZADIYA ÎFADEYÊ'

Di pêşnûmeyê de li ber asayîbûna gotinên nijadperestî û dijminatiya li biyaniyan hate rawestandin û hate gotin, "Gotinên nijadperestî û dijminatiya li biyaniyan nabe azadiya îfadeyê."