Li PE'yê civîna çapemeniyê ya li ser tecrîd û grevên birçîbûnê
Wekîlên li Parlamenta Ewropayê (PE) civîna çapemeniyê li dar xistin, diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan rê li ber şer vedike.
Wekîlên li Parlamenta Ewropayê (PE) civîna çapemeniyê li dar xistin, diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan rê li ber şer vedike.
Seroka Koma Dostaniya Kurdan parlamentera çep Marîe-Chrîstîne Vergîat, parlamenterê ji Qibrisê Takîs Hadjîgeorgîoû û Serokê Rûmetê yê HDP'ê û parlamenterê berê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu tevlî civîna çapemeniyê ya li Parlamenta Ewropayê bûn.
Vergîat û Hadjîgeorgîoû li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê agahî dan.
Parlamenteran işaret bi girtina Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî kirin û ji bo Demîrtaş û hilbijartinên din ên girtî banga berpirsyariyê hate kirin.
Di civînê de hate ragihandin, Leyla Guven tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî dest bi greva birçîbûnê kiriye û ev grev hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê belav bûye. Ji Parlamenta Ewropayê hate xwestin ku hîn bêhtir giraniyê bide ser vê mijarê.
Parlamenteran diyar kirin, grevên birçîbûnê ji ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û ji bo pêkhatina aştiyê xwestin, li şûna tecrîdê rêya diyalogê bê bikaranîn.