BI DÎMEN

Li paytexta Danîmarkayê hêrsa li dijî dagirkeriyê

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

ŞERMEZARKIRINA DAGIRKERIYÊ

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hatin şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan li Qada Radhusê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û PYD'ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate ragihandin çeteyên Erdogan versiyoneke nû ya DAÎŞ'ê ye û bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de banga yekîtiyê li gelê Kurd hate kirin û hate xwestin, bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku têkoşîna li Rojava ne tenê ji bo Rojava ye, ji bo tevahiya mirovahiyê girîng e. Çalakî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.