Li Parlementoya Îtalyayê li ser tecrîdê civînek hate lidarxistin

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye Erol Aydemîr ê ku ji bo rakirina tecrîdê 29 roj in, di greva birçîbûnê de ye, li parlementoyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ji xeynî çalakger Erol Aydemîr, diya çalakgera grev birçîbûnê Zozan Yavûklû û komek Îtalyan tevlî civînê bûn, ên ku dostê Kurdan in.

Aydemîr di civînê de bal kişand ser rola hikumeta Îtalyayê dema ku komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin.

Aydemîr diyar kir ku bêdengiya li hemberî tecrîda li ser Ocalan û bêhelwestbûna li hemberî Erdogan, tê wateya hevkariya zilmê û ji parlementeran re got “Helîkopterên li ser Efrînê digerin, Îtalyayê firotiye Erdogan. Gelo çima hikumeta Îtalyayê li hemberî vî tiştî bêdeng dimîne?”

Aydemîr got ku “Divê hikumeta Îtalyayê têkiliyên xwe yên bazirganî yên bi Tirkiyeyê re qut bike.”