Li Parîsê wê hesab ji kujeran û dagirkeran bê pirsîn

Di ser qetilkirina Evîn Goyî re du sal derbas bûn. Li cihê ku komkujî hate kirin hem wê hesab ji kujeran bê pirsîn hem jî xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin.

KOMKUJIYA PARÎSÊ YA DUYEMÎN

Di 23'ê Kanûna 2022'an de li paytexta Fransa Parîsê, endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer hatin qetilkirin. Di Komkujiya Parîsê ya 1'emîn de ku 9'ê Çileya 2013'an hate kirin, li gel ku delîl û daneyan nîşan dan ku kujer dewleta Tirk bi xwe ye, komkujî hate nixumandin. Lewma jî piştî 10 salan komkujiyeke din hate kirin. Kujer hatibin girtin jî hewl tê dayin ku yên li pişt bûyerê bêne veşartin. Kurdistanî û dostên wan ji bo hesab ji herdu komkujiyan bipirsin wê careke din di navbera 23'ê Kanûnê û 9'ê Çileyê de çalakiyan lidar bixin.

Salvegera îsal a komkujiyên Parîsê di bin siya êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Rojava tê pêşwazîkirin.

KEDEKE MEZIN DA ŞOREŞA ROJAVA

Evîn Goyî ku sala 1988'an tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, sala 2014'an derbasî Rojava bû. Ji bo Şoreşa Rojava ku sala 2011'an hate ragihandin û pêvajoya avakirinê kedeke mezin da. Li Rojava di nava karên çandê, avakirina komunan û meclîsan de bû xwedî rol. Li cografya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li her bihosta wê geriya, hema bibêje di her karî de bi roleke çalak rabû. Bi taybetî karê birêxistinkirina xweparastina jinê meşand û di şerê dijî DAÎŞ'ê de sala 2018'an birîndar bû.

GEFA DAGIRKIRINÊ LI SER ŞOREŞA ROJAVA HEYE

Evîn Goyî sala 2019'an bi armanca dermankirinê hat Fransayê, lê belê 23'ê Kanûna 2022'an li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê hate qetilkirin. Di salvegera duyemîn a komkujiyê de Şoreşa Rojava ya ku Evîn Goyî kedeke mezin da wê, di bin gefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê de ye. Di çalakiyên şermezarkirin û bîranînê de ku îsal cara duyemîn wê bêne lidarxistin, Kurdistanî û dostên wan wê êrîşên dagirkeriyê şermezar bikin. Ji bo xwedîderketina li mîrateya têkoşînê ya Evîn Goyî wê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê peyameke xurt di asta navneteweyî de bê nîşandan.

'ÇALAKIYÊN ÎSAL ÊN ŞERMEZARKIRINÊ WÊ ÎSAL HÎN BI XURTÎ DERBAS BIBIN'

Biraziyê Evîn Goyî û rojnamevan Geşbûn Kara bal kişand ser keda Evîn Goyî ya li Rojava û got, "Xuya ye li dijî êrîşên qirkerî û dagirkeriyê yên li ser Rojava wê çalakiyên îsal ên şermezarkirinê hîn bi xurtî derbas bibin. Evîn Goyî li Rojava kedeke mezin da. Ji ber ku Rojava di bin metirsiyê de ye, bi dîtina min çalakiyên îsal wê hîn bi xurtî derbas bibin. Îsal wê di salvegera komkujiya Parîsê de êrîşên li ser Rojava bêne şermezarkirin."

'JIN XWEDÎ LI MÎRATEYA TÊKOŞÎNÊ YA EVÎN GOYÎ DERKETIN'

Geşbûn Kara işaret bi wê yekê kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û got, "Evîn mîna ku li Rojava kir li Parîsê jî bandor li mirovan kir. Pirsgirêka kê hebûya pê re eleqedar bû. Her kesên ku em li vê derê pê re axivîn qala dilnizmî û kedkariya wê kirin. Jinan soz dan ku xwedî li vê têkoşîna wê derkevin û ev yek îsal hîn bi xurtî tê dîtin."