Li Parîsê tecrîd hat protestokirin

Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên xwe ji bo balê bikêşin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê, çalakiyek pêk anîn.

Çalakiya ku bi pêşengiya Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) pêk hatî, nûnerên ACTIT’ê jî tevlî bûn û piştgiriya xwe diyar kirin.

Çalakgerên li Qada Republique li hev civiyayî, pankartên li ser, “Em hemû Leyla Guven in”, “Ji Ocalan re azadî”  hatî nivîsîn, vekirin.

Di çalakiyê de êrîşa li hemberî dayikên li ber zindanan li ber xwe didin, hate şermezarkirin de aktîvîsta TJK-F’ê Bêrîvan Firat û hevseroka CDK-F’ê Fevziye Erdemîrcî û nûnera AvEG-Kon’ê Gulten Yavuz ku ev meheke di greva birçîbûnê de ye, axivîn. Axaftvanan diyar kirin ku di kesayetiya Ocalan de li ser tevahiya civakê tecrîd tê pêkanîn, lewre divê em li dora berxwedêrn greva birçîbûnê kom bibin û faşîzmê têk bibin.

Çalakî bi dirûşmeyên, "Dîktator Erdogan", "Bijî berxewdane zindanan" bi dawî bû.