Li Parîsê roja duyemîn a meşa dirêj bidawî bû

Li paytexta Fransa Parîsê roja duyemîn a meşa dirêj ya li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû.

Saetên sibê meş li pêşiya şaredariya Ivry- Sur- Sein  destpê kir û tevahiya meşê dirûşmeyên “Kujer, dîktator Erdogan” û “Liberte Ocalan” hatin berzkirin. Li aliyê din di meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin.

Li Kitle Place d'Itali'yê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de endama meclîsa TEV-ÇAND Fransa Saniye Tûnç axivî, komploya navnetewî şermezar kir û wiha got; “Gelê Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye. Ya dikeve ser milê me em hê bihêztir xwedî li felsefeya Rêbertî derbiekvin û hêzên komploger vale derbixîn. Bi ziman û çanda xwe em li dora Rêber Apo bibin xelek û azad bikin.”

Piştî mîtîngê çalakgeran li navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Parîsê bûyerên siyasî yên dawî nirxandin û tevlî civîna gel bûn.

Meş wê sibê saet 11:00’an li Qada Natîon heta Qada Repûblîqûeyê bidome. Çalakî li Qada Repûblîqûeyê bi mîtîngekê bidawî bibe.