Li Parîsê Qasim Engîn hate bibîranîn

Aktivîstên TCŞ'ê û JCA'yê 12'ê Hezîranê êvarî li bîrdariya Bazîlîka a Paris’in Sacré-Cœur ji bo dewleta Tirk şermezar bikin li hev kom bûn.

Li paytexta Fransa Parîsê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCJ) û Jinên Ciwan ên Azad (JCA) êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan şermezar kirin û Qasim  Engîn ê ku bi êrîşa hewayî ya Tirk şehîd bûbû bi bîr anîn.

Aktivîst li ber bîrdariya Bazîlîkaya Sacré-Cœur hatin cem hev, daxuyanî dan, piştî daxuyaniyê pankarta, ''Ji Ewropayê heta bi çiyê rêya te rêya me '' ya ku ji bo Qasim Engîn ê şehîd hazir kiribûn vekirin û bi bîrdariyê ve daleqandin.

Çalakî bi dirûşma ''Bê Serok jiyan anbe'', ''Kujer Erdogan'' qediya.