Li Parîsê pêşangeha "Em kujer nas dikin, sûcan eşkere dikin” hat vekirin

Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) li Qada Edmond Mîchelet bi dirûşma “Em kujer nas dikin, sûcan eşkere dikin" pêşengeh hat vekirin.

Kurdistaniyên li Fransayê dimînin li dijî plana kirîna balafirên şer ên bi tîpa "Eurofighter Typhoon" ku di serdana Tayyîp Erdogan a Elmanyayê de hate rojevê, bi çalakiyekî bal kişandin ser bikaranîna van balafirên şer, sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên sivîlan ên li Rojava têne kirin. Di çalakiyê de gelek pankartên bi nivîsa "Em Kujer Nas Dikin, Sûcan Eşkere Dikin", "Erdogan û DAÎŞ wekhev in, “T.C “Sûcên Şer Dike” û "Firotina Çekan Rawestînin, qada hewayî bigrin" hatin vekirin.

Di daxuyaniya li ser navê CDK-F'ê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava yên ku bi Efrînê dest pê kir, dewam dikin û hat ragihandin ku di van êrîşan de gelek sivîl hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Rojava ye û wiha domand: “Faşîzma AKP-MHP’ê ji ber Şoreşa Rojava gelekî bêzar bûye. Êrîş tenê li vir ne sînorkirî ne, artêşa dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bombeyên taktîkî yên nukleerî û çekên kîmyewî ku sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin, qetlîameke topyekûn li ser mirov û xwezayê pêk tîne. Li şûna çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd, em bi dîktator û dewleteke sûcdar re rû bi rû ne.”

CDK-F'ê diyar kir ku yekane navnîşana çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bang li dewletên Ewropayê kir ku sewqiyata çekan rawestînin.