Li Parîsê meşa li dijî komployê di roja 2’an de ye

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, Kurd û dostên wan li hemberî komploya 15’ê Sibatê meş dabûn destpêkirin. Meş di roja 2’an de didome.

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye, Kurd û dostên wan li hemberî komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke protestoyê dabûn destpêkirin. Meş di roja 2’an de didome.

Bi sedan Kurdistanî bi êlegên ‘Azadî ji Kurdistanê re’ li pêşiya şaredariya Ivry-Sûr-Seînê kom bûn.

Hevserokê Meclîsa Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê Necmettîn Demîralp axivî û got ku “Heta ku Rêber Apo azad bibe, wê berxwedana me roj bi roj zêde bibe.” Çalakgeran derbarê tecrîd û komploya li ser Ocalan dosyeyek pêşkêşî rayedarê şaredariya Ivry-Sûr-Seînê kirin û piştre jî dest bi meşê kirin.

Wê meşa îro li Place d’Îtalî bi mîtîngekê bi dawî bibe.