Li Parîsê ji çalakiyên “AKP îstîfa bike” re piştevanî hat dayin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên polîsan û piştevaniya gelê ku li Tirkiyê bi dirûşmeya ‘AKP îstîfa bike’ daketin kolanan, li Parîsê çalakî hate lidarxistin.

Komek şoreşger û welatparêz li paytexta Fransa Parîsê, ji bo şermezarkirina êrîşên polîsan ên li ser gelê Tirkiyê ku bi bilindbûna nirxê pereyên biyanî re li dijî desthilatdariya çete ya AKP- MHP’ê bi dirûşmeya ‘AKP îstîfa bike’ daketin kolanan hatin ba hev.

Gel li ber Strasboûrg Saînt-Denîs hatin cem hev, li vê derê li dijî tundiya polîsan û bilindbûna nirxê pereyên biyanî, bê karî û zextan daxuyaniyek dan.

Kemal Karanfîlê ku daxuyanî dayî wiha axivî: “Keştiyên Erdogan, pereyên tiryakê yên kurê Bînalî Yildirim, gefên mafyayê Çakicî, pereyên çeteyên beşlî têra çareseriya qeyranê nekir. Gefên leşker, polîs, dadgehan, girtin, zext û zilmê nekarîn qeyrana aboriyê asteng bikin. Hêrsa kara zêde ya patron û  AKP’iyiyan, kedkarên welat ber bi xizanî û birçîbûyînê ve dahf da.”

Karanfîl destnîşan kir ku gel dixwaze ku pereyê ji şer û bombeyan re hatî veqetandin, ji gel re bê veqetandin û wiha domand, “Em wek kedkarên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên Ewropayê, tevgera bihêrs a ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hatî destpêkirin, destek dikin. Em li rex daxwazên wan ên azadî û edaletê ne. Dakevin kolanan, wekhevî û azadiyê bidest bixin, welat ji desthilatdariya AKP’ê re teng bikin û hesabê jê bixwazin.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî “Bimre dîktatoriya faşîst”, “Vaye AKP; derb, zilm û îşkence” û “Bijî piştevaniya şoreşgerî” hatin berzkirin.